Dawudoglu: Bafil Celal Talebanî rêbazek hekîmane ji bo şerê li Îranê şopand
Cîhan 10:06 PM - 2026-06-06
PUKMEDIA
Ehmed Dawudoglu li Foruma Delphî diaxive
Serokwezîrê
berê yê Turkiyê Ehmed Dawudoglu hişyarî da li ser zêdebûna metirsiyên li deverê
û windakirina baweriyê bi saziyên navneteweyî,her weha pesna polîtîkayên hekîmane
ên serkirdeyên Îraqê û Herêma Kurdistanê li dema şerê Îranê da, bi taybetî pesna
siyaseta hekîmane ya Serok Bafil Celal Talebanî û Qubad Talebanî da.
Helwêstên Serkirdeyên YNKê bilind nirxand
Ehmed Dawudoglu di Foruma Delfî de, ku roja Şemiyê li Silêmaniyê destpê kir, axivî û behsa şer û aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn kir û got: Ev forum di demek pir guncaw de tê lidarxistin ji ber ku metirsî zêde bûne, êdî bawerî bi saziyên navneteweyî tune ye, hesta ewlehiyê nemaye û di vê rewşê de ti aliyê serketî tune ne.
Dawudoglu tekez kir û got; Em niha di nav krîzek mezin de ne û divê em bifikirin ka em ê çi bikin, ji ber vê yekê min girîng dît ku ezdestxweşiyê li Îraqê û helwestên wan ên hekîmande bikim û bi taybetî ez rola hekîmane ya herdu rêzdaran (Bafil Celal Talebanî û Qubad Talebanî) bilind dinirxînim ku di dema şerê Îranê de nîşan dan.
Ehmed Dawudoglu diyar jîkir û got: Ev forum di demek pir guncaw de tê lidarxistin. Ez par jî di vê forumê de bûm. Wê demê şerê di navbera Îsraîl û Îranê de hîn dest pê nekiribû. Îsal, ez dixwazim bala we bikişînim ser vê rastiyê ku em niha bi metirsiyên hîn mezintir re rû bi rû ne, û cîhan ber bi herifînê ve diçe. Em îro di serdemekê de dijîn ku baweriya bi saziyên navneteweyî winda bûye, hesta ewlehiyê tune ye, û di vê rewşê de tu alî serketî nabe.
Serokwezîrê berê yê Turkiyê zêde kir, "Em niha di nav krîzek mezin de ne, û divê em hemî bifikirin ka divê em di meh û salên pêş de çi bikin.
Ewlehiya Turkiyê bi ewlehiya Silêmanî û Hewlêrê ve girê dide
Ehmed Dawudoglu tekez kir ku herêm pêwîstî bi vîzyon û nêzîkatiyek nû ye ku ji hêla Tirk, Kurd, Ereb û Îraniyan ve were rêzgirtin.
Dawudoglu tekez kir ku dema ew diçe Silêmanî û Hewlêrê, ew wekî ku ew diçe Stenbol û Konyayê ye, û dibêje, "Eger li van bajaran aştî tune be, li Turkiyeyê an li her deverek din a cîhanê aştî aramî tune ye."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

