Serok Bafil:Pêdiviya me bi arasteyeke nû di peywendiyên digel Bexdayê heye
Kurdistan 05:12 PM - 2026-06-06
PUKMEDIA
Axaftina Serok Bafil Celal Talebanî di Korbenda Delphi de
Birêz Bafl
Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê,tekez kir ku herêmê
gelek guhertinan dîtiye û soza fersendek dide ji bo avakirina pêşerojek çêtir û
çespandina aştiya mayînde.
Di
panelekê de li duyemîn Korbenda Aborî ya Navneteweyî ya Delphi, ku roja Şemiyê 6ê
Hezîrana 2026an li Silêmaniyê dest pê kir, Serok Bafil Celal Talebanî bal
kişand ser pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê li Herêma Kurdistanê, Îraqê,
herêmê û cîhanê.
Peywendiyên Navneteweyî û Rola Navbeynkariyê
Serok Pafil
xwezaya cuda ya danûstandinên rasterast yên ku wî bi Serokê Amerîka Donald
Trump û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqchi re pêk anîn eşkere kir û tekez kir
ku peywendiyên wan hem bi Washington û hem jî bi Tehranê re niha di asta xwe ya
herî baş de ne.
Serokê
Yekîtiya Niştimanî destnîşan kir ku Îraq û Herêma Kurdistanê xwedî şiyan in ku
roleke navbeynkariyê ya girîng bilîzin,mîna modela Pakistanî - daku bibin pirek
ji bo ragihandinê di navbera welatan de, tevî cudahiyên bingehîn di nêrînên di
navbera aliyên Amerîkî û Îranî de.
Pêvajoya Aştiyê li Turkiyê
Derbarê
karûbarên herêmî de, Serok Bafil Celal Talebanî geşbîniya xwe li ser pêvajoya
aştiyê li Turkiyê anî ziman û tekez kir ku ew berdewam dike û pêşketinên
berbiçav bi dest dixe.
Her weha
aşkere kir ku, Yekîtiya
Nîştimanê ji bo piştgiriya serkeftina vê pêvajoyê hewlên dijwar dane, û
kêfxweşiya xwe ji bo rêça erênî ya ku peywendiyên bi Enqerê re digirin anî
ziman û got: Peywendiyên me bi Turkiyê re baş in, û em li bendê ne ku ew bi
birayên xwe yên Turk re bêtir xurt û pêş bikevin.
Avakirina Hikûmetê û Nakokiyên Navxweyî
Derbarê
rewşa siyasî ya navxweyî û rêveberiya li Kurdistanê de, serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştrast kir ku kes naxwaze formula hikûmeta berê
dubare bibe", û got:Hikûmeta nû dê li ser heman modela hikûmeta berê neyê
avakirin.
Serok Bafil derengketina di avakirina hikûmeta nû
de bi helwestên hin berpirsên di nav Partiya Demokrat ya Kurdistanê de ve
girêda û banga pejirandina rêbazek siyasî ya nû kir ku ji Hewlêrê dest pê bike
û bigihîje Bexdayê, û aşkere kir ku hikûmeta federal lihevkirinek beramberî li
ser bingeha rêzgirtina hevbeş ya serweriyê di navbera hikûmeta navendî û Herêma
Kurdistanê de dixwaze.
Stratejiyek ji bo Aştî û Aramiyê
Di dawiyê de, Serok Bafil Celal Talebanî tekez kir
ku derfetên guncaw hene ji bo avakirina paşerojek baştir, bi mercê ku li Îraqê
aramiyek berfireh were damezrandin û bang li perspektîfeke demdirêj û sebireke
stratejîk kir ji bo avakirina aştiyeke mayînde, û tekez kir ku Yekîtiya Nîştimanî
bi dilsozî hewl dide ku alozî û nakokiyan kêm bike, li ser bingeha baweriya xwe
ku diyalog û dîplomasiya berdewam riya herî bibandor e ji bo çareserkirina hemû
pirsgirêkên heyî.
Korbenda
Aborî ya Navneteweyî ya Delphi îro li bajarê Silêmaniyê, ji bo sala duyemîn li
pey hev, di bin çavdêriya Birêz Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê de, dest bi karên xwe kir ku Serok, Bafil Celal Talebanî, û
Birêz Nîzar Amîdî, Serokê Komar, digel hejmarek mêvan ji kesayetên siyasî û
aborî yên ji Herêma Kurdistanê, Îraq û welatên cûrbecûr yên cîhanê amade bûn.
Korbend di du rojan de, pêşeroja aboriyê, kerta wuzeyê
û pirsgirêkên siyasî yên ku herêm û cîhan pê re rû bi rû ne, gotûbêj dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

