Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
Kurdistan 04:30 PM - 2026-06-06
Nivîsingeha Rojnamevanî ya Şêx Cafer Şêx Mistefa
Şêx Cafer Şêx Mistefa û Aki Kaupinen, Cîgirê Balyozê Fînlandiya
Îro şemî rêkefta
(06-06-2026) an Cîgirê
Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa pêşwazî li Cîgirê Balyozê
Fînlandiya li Îraqê Aki Kaupinen kir.
Di civînê de
peywendiyên Fînlandiya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa siyasî û ewlehî ya
Îraqê, pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê
de, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Fînlandiya kir ji bo alîkariyên wê ji
bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê û perwerdekirina
Pêşmerge de,her wiha tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dîplomatîk yên di
navbera Fînlandiya û Herêma Kurdistanê de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş
kir.
Derbarê
rewşa navxwe û proseya û pêkanîna kabîneya nû her du aliyan ji bo bi serxistina wê proseyê
bi girîngî dan pêwîstiya yekîtîyê di navbera partiyên sîyasî yên Herêma
Kurdistanê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

