Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
Kurdistan 12:15 PM - 2026-06-06
Taybet
Serokê fraksiyona YNKê Herêm Kemal Axa
Serokê fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê li
parlementoya Îraqê Herêm Kemal Axa aşkere kir ku kabîneya Elî Zeydî dê piştî
bidawîbûna behnvedana parlementoyê tê temam kirin û tekez kir ku lihevkirinek
çêbûye ku mûçe ji Herêma Kurdistanê re werin şandin û pêwîste heta pesendkirina
budçeya 2027an lihevkirin were bicîhanîn.
Derbarê mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Herêm
Kemal Axa got: Tîmek danûstandinan bi berdewamî hewl dide ku pirsgirêka mûçeyan
û pirsgirêka Asîkoda çareser bike, her wiha dahatên ne-petrolê berê hatine gotûbêjkirin
û li hev kirine ku hikûmeta Herêma Kurdistanê 120 milyar dînar wekî dahata
ne-petrolê ji hikûmeta federal re bişîne, her wiha Herêm rojane 230 hezar
bermîl petrol hinarde bike, ji ber vê yekê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê
pirsgirêkê çareser bike û bi tiştekî din ve girê need.
Derbarê pejirandina budçeya sala 2026an de jî, serokê
fraksiyona YNKê ragihand: Budçeya îsal, ango 2026 nayê pejirandin û Îraq sala 2027an
dê budçeyê pesend bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

