Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in

Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05
Şefafiyet PUKMEDIA

Şefafiyet

Şefafiyet

Dahata Silêmanî ya hefteyekê, ji roja 30ê Gulana 2026an heya 05 Hizêran ya 2026an, 3 milyar û 677 milyon û 636 hezar û 119 dînar bûye.

Malpera şefafiyetê ji bo çavdêrîkirin û rêxistinkirina dahatên ne-petrolê yên Silêmanî, Helebce û herdu rêveberiyên Raperîn û Germiyanê dahata hefteyekê ragihand, ku bi qasî , 3 milyar û 677 milyon û 636 hezar û 119 dînar bûye ku ji %95ê dahatê bi next û ji %5 jî bi awayê çek bûye.

Roja 15ê Kanûna 2022an de, piştî 30 salan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Qubad Talebanî de bû xwediyê projeya şefafiyeta dahat û xerciyan.

Niha hûn dikarin rojane hemû dahatên ne-petrolê yên parêzgehên Silêmanî û Helebce û herdu rêveberiyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê ji malpera şefafiyetê bizanin.

Li gorî amarên herî dawî yên malpera şefafiyetê www.shafafiat.com,biryare dahata van cihan her rojê were weşandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike