Saraya Salam çekên giran radest dike û fermanên serokwezîr digire

Êraq 11:49 AM - 2026-06-04
Merasîma destbikarbûna Saraya El-Selam Wah

Merasîma destbikarbûna Saraya El-Selam

Îraq

Yekbûna Hêzên Heşdî Şeibî ji bo Artêşa Îraqê îro, roja Pêncşemê, bi merasîma radestkirina dosyaya Seraya El-Selam (Lîwayên Aştiyê) bo Fermandariya Operasyonên Samarayê dest pê kir.

Lîwa Qeys El-Muhemedawî di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku hemû hêzên ewlehiyê dê di bin fermandariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de bi artêş, polîs û hêzên din yên ewlehiyê re werin yekkirin û çekên giran û navîn dê radestî Fermandariya Giştî werin kirin.

Her wiha El-Muhemedawî aşkere kir ku hemû hêzên Heşdî Şeibî dê rasterast ji bo pêkanîna erkên xwe dê girêdayî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar bin û destnîşan kir ku van hêzan di şerê li dijî terorê û parastina ewlehî û aramiyê de roleke girîng lîstine.

Her weha destnîşan kir ku hêzên Seraya El-Selam li Samarayê sê lîwayên wan hene û di parastina welatiyan û şerê li dijî terorê de roleke mezin lîstine,li ser bingeha biryara Seyîd Muqtede El-Sedir, van hêzan biryar dan ku tevlî refên hêzên ewlehiyê bibin û em hêvî dikin ku hêzên din jî mînaka hêzên Seraya El-Selam bişopînin.

El-Muhemedawî askere kir ku komîteyek hevbeş ji bo qutkirina peywendiyên bi Hêzên Heşdî Şeibî re û yekkirina çekan di bin kontrola dewletê de hatiye damezrandin û tekez kir ku pêngava yekem ji nû ve yekkirina hêzan e, piştî ku operasyonên wan dê werin organîzekirin û ev hêz dê rasterast bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ve girêdayî bin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket