Kurte fîlmek li ser jiyana Kurdan li Sûriyeyê hat nimayîş kirin
Multîmediya 02:54 PM - 2026-06-02
PUKMEDIA
Beşdarên Çalakiyê
Li bajarê Stuttgart ya Almanya, çalakiyek hunerî û çandî
hate lidarxistin, ku ji bo nîşandana çend kurtefîlmên li ser jiyana Kurdan li
Sûriyeyê di dema desthilatdariya Beşar Esed de hate veqetandin.
Kurtefîlman bi awayekî rast zilm û neheqiya ku ji hêla
rejîmê ve li dijî gelê Kurd dihat kirin, nemaze êşa jinên Kurd di wê demê de,
vedigotin. Fîlm wêneyek rastîn a jiyana rojane û têkoşîna Kurdan di bin fişara
rejîma Beşar Esed de bûn.
Di dawiya çalakiyê de, Serokê Federasyona Cîhanî ya Kurdan Rêbaz
Necim, xelatek taybetî wek rêzgirtin da derhênera fîlmê, Xanim Şam Çolî, ji bo
nasandina hewildan û destkeftiyên wê yên hunerî.
Rêbaz Necim destnîşan kir ku huner û fîlm dikarin dengê
parêzvanên mafên mirovan û bindestan bigihînin cîhanê û rastiyên dîrokî
biparêzin.
Federasyona Cîhanî ya Kurdan her wiha girîngiya
piştgirîkirina xebatên hunerî û çandî yên ku ji bo pêşvebirina dîrok, çand û
êşa gelê Kurd xizmetê dikin, tekez kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

