Karwanek din ya koçberên Efrînî vedigerin cih û warên xwe

Kurdistan 01:38 PM - 2026-06-02
Dîmenek ji koçberên Efrînê Afrin Now

Dîmenek ji koçberên Efrînê

Rojavayê Kurdistanê

Biryare, sibehê karwanek nû ya koçberên Efrînî yên ji bajarên Qamîşlî, Dêrîka Hemko û Girkê Ligê yên Rojavayê Kurdistanê vegerin cih û warên xwe.

Gelek welatiyên koçberên Efrînî duh êvara roja Duşemê rêkefta (01-06-2026) an dest bi amadekirina otombên xwe û dagirtina wan bi Sotemeniyê kirine û biryar e ku mobilya û kelûpel îro roja Sêşemê rêkefta (02-06-2026) an li ser kamyonên mezin werin barkirin.

Tê çavrêkirin ku Karwan sibeh roja Çarşemê rêkefta (03-06-2026) an ber bi bajarê Efrînê bi rê bikeve, bêyî ku çi astengî yan pirsgirêkên lojîstîkî hebin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket