Agirbesta navbera Îsraîl û Hizbulah tenê êrîşan radigire
Cîhan 11:02 AM - 2026-06-02
Reuters
Êrîşên esmanî bo ser Libnanê
Libnanê agirbestek di navbera Îsraîl û Hizbulahê de ragihand, ku tê pêşbînî
kirin ku ev yek nakokiya di navbera her du aliyan de, ku bi hezaran kes
kuştine, sivik bike.
Balyozxaneya Libnanê li Washingtonê ragihand ku agirbesta di navbera
Îsraîl û Hizbulahê de, dê bi tevahî dawî li pevçûnê neyne,lê bang li Îsraîlê kir
ku êrîşan li ser Beyrûtê û deverên di bin kontrola Hizbulahê de yên li derveyî
bajêr dûr bisekine, hevdem divê Hizbulah êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê
rawestîne.
Şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbulahê de li başûrê Libnanê heta
êvarê berdewam bû,îro danê sibehê jî Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan du Mûşek ku
ji Libnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatine avêtin xistin xwarê, û tekez kir ku çi
ziyanên canî nebûne.
Ev yek jî di demekê de ye ku, Serokê Amerîka Donald Trump ragihand
Hizbulah soz daye ku bi navbeynkariyê êrîşî Îsraîlê neke,hevdem serokwezîrê
Îsraîlê Benjamin Netanyahu razî bûye ku êrîşî Beyrûtê neke.
Roja 2ê Adara 2026an, şerekî berfireh di navbera Îsraîl û Hizbulahê de
dest pê kir,her çende Îranê pêdagirî kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê
rawestîne jî, lê Amerîka ragihand ku her du şer ji hev cuda ne.
PUKMEDIA- Çavkanî Ruetres
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

