Çekdarekî Amerîkî piştî kuştina 6 kesan xwe jî kuşt
Cîhan 09:37 AM - 2026-06-02
Ajans
Cihê bûyerê
Polîsên Amerîka
îro roja Sêşemê rêkefta (02-06-2026) an ragihand ku çekdarekî di rêze
gulebaranên li wîlayeta Lowa ya Amerîka de şeş endamên malbatekê kuştine û piştre
jî xwe kuşt.
Lêkolînên destpêkê nîşan didin ku ji ber nakokîyek malbatî bûyerê rû daye
Li gorî Tûra (ABC News), polîsên Amerîkî diyar kirin ku lêpirsînên
destpêkê yên li ser bûyera gulebaranê nîşan didin ku ew bûyer ji ber nakokiyek
ya malbatî rû daye.
Her weha aşkere kir ku,her çende gumanbar berî hatina polîsan ji cihê
bûyerê tometbar reviyabû jî, ew kes Ryan Willis McFarland, 52 salî, niştecihê
Muscatine, li wîlayeta Lowa tê naskirin.
Dema hewldana polîsan bi wî re danûstandinan bikin,tometbar xwe kuşt.
Rûbirûbûna
bi tometbar re bi xwekuştina wî bi dawî bû;dema ku polîs hewl didan li ser riyekê
li kêleka Çemê Mississippi bi wî re biaxivin, wî xwe gulebaran kir.
Ev yek di
demekê de ye ku,rayedar lêpirsîna xwe ji bo eşkerekirina mercên bûyerê
didomînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

