Pileya serbazî ya hezar û 385 efserên Pêşmerge hat bilindkirin
Kurdistan 03:47 PM - 2026-06-01
Fermandeya hêzên 70
Efserên Pêşmerge
Wezîrê
Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, li ser pile bilindkirina efserên hêzên 70 û piştevanî û
fermandeya parastin û hawarçûnê îmze kir û di peyamekê de ragihand: Ev pile
bilindkirine mafên yasayî û derencama rasterast a dilsozî, westiyan û karûxebatên
Pêşmerge ye.
Îro 1/6/2026
Wezîrê Karûbarên Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl, îmza li
ser xişteya pile bilindkirina hezar û 385 efseran kir ku yên (Fermandeya hêzên
70 a Pêşmerge, hêzên piştevaniya yek, hêzên piştevaniya 2 û fermandeya hêzên parastin
û hawarçûnê) bûne.
Hevdem digel
îmzakirina xişteyê de, Wezîrê Pêşmerge peyamek pîrozbahiyê arasteyî hemû wan
efseran kiriye û ragihandiye: "Ev pile bilindkirin, mafên yasayî û
encama rasterast a dilsozî, westandin û karûxebatên Pêşmergeyên tekoşere di
birêvebirina erkên xwe û parastina axa pîroz a Kurdistanê de."
Di dawiya
axaftina xwe de Wezîrê Pêşmerge hêviya serkeftina berdewam ji bo efseran
xwestiye di erkên xwe yên pîroz de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

