Di bone û cejnan de bûyerên xeniqînê zêde dibin
Kurdistan 01:38 PM - 2026-05-30
Medyayên Îraqê
Rûdanên Xeniqîna Welatiyan
Li gorî
amarên fermî, her sal di werzê germayê û bêhnvedanên cejinê de hejmarek zêde ji
welatiyan berê xwe didin deverên geştiyarî û ji ber avjeniya di gol û çeman de
hejmarek dixeniqin, îsal jî heta niha 8 welatî li Îraqê û welatiyek di gola (deryaçeya) Dukanê de
xeniqîne.
Duh jî di
29ê Gulanê 2026an de, dema ku hewl didan kesekî rizgar bikin, li bakûrê bajarê
Tikrîtê 13 welatî di Çemê Dîcleyê de xeniqîne, piştre jî bi sedema bilindbûna
rêjeya ava çem nekarîne derkevin derve, li gorî amarên herî dawî, heft kes
xeniqîn û şeş kesên din jî hatine rizgarkirin.
Di heman
demê de, ciwanekî ku di sala 2007an de ji dayik bûye, di roja yekem a Cejna
Qurbanê de li Çemê Firatê li parêzgeha Musana xeniqî ye.
Girêdayî
amarên Herêma Kurdistanê jî, di 27ê Gulanê 2026an de, geştiyarekî Ereb roja
yekem a Cejna Qurbanê di Gola Dukan de xeniqî ye, ew geştiyar xelkê bajarê
Bexdadê ji dayîkbûyê sala 2006`an e ku ji bo geştiyariyê serdana herêmê kiribû.
Ev rûdanên
han, tenê rûdanên cejnê ya îsal nebûn, belkû hemû betlaneyan ev rûdan dubare
dibin, şîrovekarên di warê çavkaniyên avê û berevaniya şaristaniyê de, amaje bi
wêyekê dikin ku; Bilindbûna ji nişkêve ya asta avê ji ber berdana avê û digel
nebûna hişyarî û ne şarezayiya xwezayê
çeman û nezanîna avjenniyê egerên sereke
ne ji bo xeniqîna welatiyan e
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

