Destpakî: Hewleke destdanîna ser 1.5 Tirilyon dînar hat têkbirin

Îraq 04:33 PM - 2026-05-28
Baregeha Desteya Destpakî ya Federal Rgihandina Destpakiyê

Baregeha Desteya Destpakî ya Federal

Bexdad Îraq

Desteya Destpakî ya Federal, têkbirina hewleke destdanîna ser yek Tirilyon û nîv dînarên Îraqî ji banka Rafîdên û Reşîd yên  li Bexdadê ragihand û diyar jî kir ku toreke sextekariya peran jî hatine girtinê.

Di beyannameyekê de Desteya Destpakiyê ya Îraqê ku îro  Pêncşemê belav kiriye û kopiyek gihêtiye destê PUKMEDIA`yê têde hatiye ku; Piştî bidûvdeçûn û lêkolînan ji aliyê rêveberiya lêkolînê ya Bexdadê û bi hevahengiya bi aliyên dozgerî re, karîne 3 tometbarên ku çekên zexte pêre bûne û xwestine wan çekan bikin pere desteser kirine.

Her weha 7 çekên din yên sexte jî ku bi navê banka Rafîdên û Reşîd bûne ku buhayê wan nêzîkî yek Tirilyon û nîv bûne hatine desteser kirin.

Her weha li gorî beyannameyê girêbesteke kirîn û firotinê bi navê wan tometbaran jî bi qasî 612 milyar dînarên Îraqî hatiye desteser kirin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike