Şerê di navbera Amerîka û Îranê de dest pê dike
Cîhan 11:10 AM - 2026-05-28
PUKMEDIA
Alayên Amerîka û Îranê
Berbanga sibeha vê pêncşemê, alozî û şerê leşkerî ya di navbera Dewletên
Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Komara Îslamî ya Îranê de gihîşt qonaxeke nû, piştî
ku her du aliyan rasterast êrîş birin ser çeperên hevdu yên li Tengava Hormizê
û di nav Îranê de.
Artêşa Amerîkayê piştrast kir ku hêzên wan êrîşeke leşkerî
birine ser bajarê Bender Ebbasê yê li başûrê Îranê. Di heman demê de, ajansa
fermî ya Îranê "Fars" ragihand ku sîstemên parastina asmanî yên welat
li derdora Tengava Hormizê ji bo rûbirûbûna êrîşan hatine aktîfkirin.
Wekî bersivdanekê li ser vê yekê, Supaya Pasdarên ya Îranê
ragihand ku wan binkeyeke asmanî ya hêzên Amerîkayê ya li herêmê bombebaran
kiriye, lê belê Pîntagonê heta niha tu daxuyaniyeke fermî derbarê qebareya
ziyanên wê binkeyê de neda ye.
Ev aloziya ji nişka ve, ji ber girîngiya stratejîk a Tengava
Hormizê, bû sedema bilindbûna bihayê petrolê di bazarên gerdûnî yên enerjiyê
de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

