57 sal di ser parêzgehbûna Duhokê re derbas bûn
Kurdistan 10:59 AM - 2026-05-27
PUKMEDIA
Duhok
Parêzgeha Duhokê, ku dikeve bakurê Herêma Kurdistana Îraqê, wek yek ji navendên
giring ên aramî, pirrengî û geşepêdana aborî di herêmeke tiji nakokî de
derdikeve pêş.
Duhok, ji 27ê Gulana 1969an vir ve wek parêzgeh hatiye
naskirin û bajar di navbera zincîreçiyayên Şindoxa li başûr, Çiyayê Spî li
bakur û Çiyayê Mam Sîn li rojhilat de hatiye dorpêçkirin û ligel herêmên kurdî
yên Tirkiye û Sûriyeyê hevsînor e.
Li gorî xemlandin û amarên fermî, hejmara rûniştvanên
parêzgehê zêdetirî 1.4 mîlyon kes e, Duhok wek yek ji navendên pêkvejiyana
aştiyane tê hesibandin, ku tê de pêkhateyên kurd, keldanî, aşûrî û ermen li gel
peyrewên olên îslam, mesîhî û êzdî bi hev re dijîn.
Vê pêkvejiyanê kiriye ku parêzgeh bibe penagehek ji bo
qurbaniyên şer ên li herêmê, piştî serhildana rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ)
di sala 2014an de û vêketina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, Duhokê hembêza xwe ji
bo zêdetirî nîv mîlyon aware û penaberên ji netewe û olên cuda vekiriye, ku
niha di çendîn kampên seranserî parêzgehê de niştecih in.
Ji aliyê îdarî ve, parêzgeh dabeş dibe ser heft qezayên
sereke ku ev in: Duhok (navend), Zaxo, Akrê, Amêdî, Sêmêl, Şêxan û Berdereş.
Hevdem ligel berfirehbûna rûniştvanan, bajar geşbûneke berçav di kerta xwendina
bilind de bi xwe ve dîtiye û niha çendîn zanîngeh û navendên rewşenbîrî yên
hikûmî û taybet di herêmê de kar dikin.
Li gorî amarên Rêveberiya Geştûguzara Duhokê, di parêzgehê
de nêzîkî 900 cihên geştûguzarî û çendîn şûnwarên kevnar hene, evê yekê jî
kiriye ku bibe cihê bala geştyarên navxweyî û navneteweyî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

