Li Pakistanê jiber êrîşeke bombeyî herî kêm 24 kes hatin kuştin
Cîhan 04:51 PM - 2026-05-24
Ajans
Dîmenek ya teqîna li Pakistanê
Li bajarekî
welatê Pakistanê jiber êrîşa bombeyî ji bilî ziyanên madî,bi dehan kes jî bûne
qurbanî.
Li gorî
agahiyan, bombebarana li Quetta yê leşkerên Amerîkî armanc girtiye û di encama
êrîşê de herî kêm 24 kes hatine kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne ku
birîna beşek ji wan gelekî giran in.
Li gorî zanyariya,
hêza teqînê bûye sedema wergeriyana du vagonên trênê,her wiha di êrîşê de gelek
avahî ziyan dîtine û otombêlên ku li kêleka rê parkkirî bûne bêkêr bûne.
Berdevkê
hikûmeta parêzgeha Belûçistanê Şedîd Rind got: Em bi tundî armancgirtina
sivîlên bê guneh şermezar dikin û ji ber windakirina jiyana mirovan ya hêja pir
xemgîn in.
Piştî teqînê,
hat ragihandin ku li nexweşxaneyên Quetta rewşa awarte ya pizîşkî hatiye
ragihandin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di sala 2024an
de, êrîşeke xwekujî li wêstgeha trênê li Quetta bû sedema can ji destdana
zêdetirî 26 kesan, di nav wan de leşker jî hebûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

