Îran û Pakistan Dawîanîna Şer Gotûbêj Dikin

Cîhan 11:43 AM - 2026-05-23
Wezîrê Derve yê Îranê û Fermandarê Artêşa Pakistanê Tesnîm

Wezîrê Derve yê Îranê û Fermandarê Artêşa Pakistanê

Îran Pakistan

Wezîrê Derve Yê Îranê Û Fermandarê Artêşa Pakistanê li Tehranê civiyan û herdu aliyan hewlên dîplomasî ji bo rêgirîkirina li şer gotûbêj kirin.

Ajansa Tesnîm ya Îranê belav kiriye ku; derengiya şeva Înê, wezîrê derve yê welat Ebbas Îraqçî û Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr li Tehranê civiyane.

 Li gorî ajansê, Îraqçî û Munîr behsa hewlên dîplomasî kirine ji bo rêgirîkirina li belavbûna hevrikiyan û dawîanîna şer digel rêyên bihêzkirina aştiyê û aramî li Rojavayê Asya.

Eve jî di demekê ye, ajansên cîhanî belav kirine ku; Asim Munîr danûstandinên xurt di navbera Amerîka û Îranê de dike bi armanca ji hev nêzîkirina wan û gihêştina bi rêkeftineke giştî.

Ji aliyekî din ve, şandeke Qeterê bi hemahengiya digel Amerîka sardana Îranê kir û armanca serdana wan ji bo pêşvebirina danûstandinên navbera herdu welatan de bûye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike