Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 16 Milyar Dînar in

Kurdistan 09:26 AM - 2026-05-22
Şefafiyet PUKMEDIA

Şefafiyet

Şefafiyet

Dahata Silêmanî ya hefteyekê, ji roja 16ê Gulana 2026an heya 22yê Gulana 2026an, 16 milyar û 561 milyon û 345 hezar û 340 dînar bûne.

Malpera şefafiyetê ji bo çavdêrîkirin û rêxistinkirina dahatên ne-petrolê yên Silêmanî, Helebce û herdu rêveberiyên Raperîn û Germiyanê dahata hefteyekê ragihand, ku biqasî 16 milyar û 561 milyon û 345 hezar û 340 dînar bûye ku ji %99ê dahatê bi next û ji %1 jî bi awayê çek bûye.

Roja 15ê Kanûna 2022an de, piştî 30 salan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Qubad Talebanî de bû xwediyê projeya şefafiyeta dahat û xerciyan.

Niha hûn dikarin rojane hemû dahatên ne-petrolê yên parêzgehên Silêmanî û Helebce û herdu rêveberiyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê ji malpera şefafiyetê bizanin.

Li gorî amarên herî dawî yên malpera şefafiyetê www.shafafiat.com,biryare dahata van cihan her rojê were weşandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket