Nêzîkî hezar malbat ji koçberên Efrînê vegerîn warên xwe
Kurdistan 05:55 PM - 2026-05-21
ANHA
Karwaneke Koçberên Efrînê
Îro karwanekî din ya koçberên Efrînê ku nêzîkî hezar malbat
bûne, vegeriyane warên xwe û karwanekî din jî mijûlî amadekariyanin bo vegera
Efrînê.
Berbanga îro Pêncşemê 21/5/2026`an, karwanekî nû ku nêzîkî
hezar malbatên koçber yên xelkê Efrînê bûn, ku li bajarên Qamişlo, Amûdê û
Dêrîkê ya Rojavayê Kurdistanê bi cih bibûn berv gund û malên xwe birêketin.
Ev malbatên han berya çend rojan amadekariya vegerê dikirin
û roja berê li yarîgeha 12ê Adarê li bajarê Qamişlo kombibûn û dest bi geşta
xwe ya beriv herêma Efrînê kirin.
Ev vegera Efrîniyan bo warên xwe di çarçoveya rêkeftina 29ê Cileya
îsal ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ye,
ku armanc jê hêsankirina vegera koçberên Efrînê bûye bo ser mal û milkên xwe.
Eve jî şeşemîn karwane ku li Cizîrê û Kobanê vedigerin
Efrînê, hevdem karwanên din jî ku ji hezaran kes pêktên amadekariyên xwe dikin
bo vegerê di rojên pêş de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

