Trump:Emê şansek dawî bidin Îranê ji bo danûstandinan
Cîhan 10:58 PM - 2026-05-20
AJANS
Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku danûstandinên bi Îranê re
gihîştine qonaxa xwe ya dawî,her weha hişyarî da ku eger rêkeftineke aştiyê ya
berfireh neyê bidestxistin, operasyonên leşkerî dikarin ji nû ve dest pê bikin.
Serokê Amerîka Donald Trump îro roja Çarşemê ragihand ku ewê ji bo
danûstandinên bi Îranê re şansek dawî bidin û pêvajo bi lez û bez nayê kirin.
Trump:Eger rêkeftin bi Îranê re çê nebe, vebijarkên leşkerî dê bên nirxandin
Trump di axaftinên xwe yên ji bo rojnamevanan de diyar kir ku danûstandinên bi Îranê re gihîştine xalek xetimandin û got:Em bi Îranê re di qonaxên dawî de ne, yan dê lihevkirinek çêbibe, yan jî dê pêngavên cûda werin avêtin û tekez kir ku hîna jî dem ji bo çareseriyek dîplomatîk heye, lê eger ew bi ser nekeve, vebijarkên leşkerî dikarin werin nirxandin.
Trump: Amerîka destûrê nade Îran çekên etomî bi dest bixe
Trump her wiha diyar kir ku Amerîka dê bi tu awayî destûrê nade Îranê ku çekên etomî bi dest bixe.
Trump:Divê Tengava Hurmuz bi tevahî ji nû ve were vekirin
Trump diyar kir ku divê Tengava Hurmuz bi tevahî ji nû ve were vekirin, û ewlehiya bazirganiya deryayî li herêmê jî mijareke sereke ya gotûbêjan bû.
Trump:Amerîka di siyastên xwe de li gorî hevalbendên xwe tevdigere
Trump behsa hevkariya xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re jî kir û got: Amerîka di siyastên xwe yên li herêmê de li gorî hevalbendên xwe tevdigere.
Trump:Şiyanên leşkerî yên Îranê bi girîngî qels bûne
Ji aliyekî din ve, Trump tekez kir ku şiyanên leşkerî yên Îranê bi girîngî qels bûne, û diyar kir ku Washington dikare pêvajoyê bi rêkeftinekê yan jî bi rêkarên tundtir bi dawî bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

