Trump êrîşan paşde dixe û Îran daxwaza qerebûkirinê dike
Cîhan 11:08 AM - 2026-05-20
Koşka Spî
Donald Trump serokê Amerîkayê
Serrokê Amerîkayê, di çarçoveya çalakiya salane ya "Geşta Kongreyê"
de li Koşka Spî, di gotarekê de ragihand: Waşînton dê di zûtirîn dem de şerê bi
Îranê re bi dawî bike û tekez jî kir ku bi çend mercan dê rê nedin Tehran bibe
xwediyê çekên atomî.
Demeke sîndorkirî û amadekarî ji bo êrîşeke berfireh
Ev rewş di demekê de ye piştî ku şer kete warê cîbicîkirina agirbestê
di 8ê Nîsanê de ــ piştî nêzîkî 40 rojî ji wan êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên ku di 28ê Sibatê de
dest pê kiribûn ــ peywendî ji bo gihîştina bi rêkeftinekê berdewam in, lê belê helwestên Waşînton
û Tehranê bi taybetî li ser dosya atomî hîn jî pir ji hev dûr in.
Berî gotarê jî, Trump hişyarî dabû ku Amerîka dê êrîşeke nû
bibe ser Îranê, ev jî piştî ku eşkere kir ku wî êrîşeke berfireh rawestandiye
da ku derfetê bide gihîştina bi rêkeftinekê di navbera her du welatan de. Trump
bal kişand ser vê yekê jî: Hûn dizanin danûstandin ligel dewletekê çawa ye dema
ku te bi tundî ew şikandibê, ew tên ser maseya danûstandinê û lava dikin ji bo
îmzakirina rêkeftinekê. Hêvîdar im em neçar nebin ku careke din bikevin nav
şer, lê dibe ku em neçar bin derbeke mezin a nû li wan bixin, hîn ez ne pitrastm.
Hevdem, Trump ragihand ku wî êrîşa nû ya ser Îranê di
xulekên dawî de û li ser daxwaza serkirdeyên Sûdiyê, Îmarat û Qeterê
paşxistiye. Her wiha dupat kir ku "derfeteke pir baş" ji bo gihîştina
bi rêkeftinekê ligel Tehranê heye, lê ronî kir ku wî rênima daye artêşa
Amerîkayê ji bo "amadekarî bi mebesta destpêkirina êrîşeke tam û berfireh
bo ser Îranê di her kêliyê de" heger rêkeftin pêkneyê.
Mercên Amerîkayê û daxwazên Tehranê
Ji aliyekî din ve, ajansa nûçeyan a Îranî "Fars"
belav kir ku Waşînton pênc xal pêşkêş kirine, ku tê de daxwaz dike Îran tenê
saziyeke nuklerî bihêle û kogeha xwe ya yuraniyomê dewlemendkirî bibe
Amerîkayê. Her wiha Waşîntonê red kiriye ku darayiyên blokekirî yên Îranê yên
li derve tenê bi rêjeya 25% azad bike, an jî tu qerebûya zirarên Îranê yên di
dema şer de bide. Lê Îran li ser daxwazên xwe bi biryare, ji wan: azadkirina
darayiyên blokekirî, rakirina cezayan û dana qerebûya şer.
Hevdem ajansa nûçeyan a Îranî "Tesnîm" ji zarê
çavkaniyeke nêzîkî şandeya danûstandinên Îranê belav kir ku berevajî deqên
berê, Amerîkayê di deqeke nû de razîbûna xwe nîşan daye li ser rawestandina
cezayên li ser nefta Îranê di dema danûstandinan de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

