Partiyên Rojava:Divê 40 parlamenter nûneratiya Kurd li Sûriyê bikin
Kurdistan 12:58 PM - 2026-05-19
ANH
Kongreye Rojnamevanî ya aliyên siyasî
Îro Sêşem
rêkefta (19-05-2026) an 24 partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê, hejmara
nûnerên Rojava yên ji bo parlemana Suriyê hatine diyarkirin di hongreyek e rojanamevaniyê
de li pêşiya avahiya Daîreya Karûbarên Derveya ya Rêveberiya Xweser red kir û
diyar kirin ku nufusa Kurdan ji sedî 20 lewma pêwîste nûnerên Kurdan li parlemanê
jî 40 parlementer bin.
Di
daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku pêkhateyên Suriyê li bendê ne ku
welatekî bi şirîkatiya rastîn were avakirin û ji bo vê yekê jî sûd ji
ezmûna Rêveberiya Xweser ya Demokratîk ku nûnerayetiya hemû pêkhateyên li
Rojavaya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê têde heye, bê girtin.
Her weha aşkere kirin ku,piştî hilweşandina rejîma Beis, rê vebûye ku yasa û
projeyên nijadperest werin betalkirin Sûriyeyek nû were avakirin.
Partiyên Rojava gotin:Em ji rayagiştî re eşkere dikin ku
kursiyên hatine dayîn nûnertiya vîna azad ya Kurdî nakin, çi aliyekî Kurdî
xwediyê desthilatdarî û wekaleteke gelêrî nîne ku vê yekê pesend bike,ev yek
xizmeta daxwazên gelê Kurd ji bo çespandina mafên xwe li Sûriyeyê nake.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirinr ku partî û
rêxistinên Kurdî wê têkoşîna xwe ya aştiyane û gelêrî, bi hevkariya hemû hêzên
demokratîk yên Sûriyê ji bo sepandina şirîkatîyeke nîştimanî ya rastîn û
destûreke nûjen ku mafên rewa yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê li xwe
bigire.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

