Serok Bafil û Mamosta Selahedîn: Rewşa asêbûyî ya Herêmê xizmeta berjewendiyan nake
Kurdistan 05:29 PM - 2026-05-17
Ragihandina Serokê YNKê
Serok Bafil û mamosta Selahedîn Mihemed Behadîn
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê `Bafil Celal
Talebanî` li Debaşan pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtuya Îslamî ya
Kurdistanê rêzdar mamosta `Selahedîn Mihemed Behadîn` kir.
Di civînê de ku berpirsê borda pêwendiyên Kurdistanî yê YNKê
rêzdar `Salar Lale Serhed` amade bû, pêşveçûnên siyasî yên Herêma Kurdistanê û
Îraqê hat gotûbêj kirin û giringiya berdewamiya diyalog û lihevkirina di
navbera hêz û aliyan de ji bo derbaskirina alingariyan bi giring hat zanîn. Ji bo
wê armancê jî mamosta `Selahedîn Mihemed Behadîn` destpêşxeriyek ji bo
derbazbûna xitimandina siyasî ya li Kurdistanê pêşkêşî Serokê Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê kir.
Her weha herdu alî hevrabûn ku rewşa xitimandina siyasî ya
Herêma Kurdistanê xizmeta berjewendiyên giştî nake û ji bo nehêştina astengiyan
pêwîste gavên cidî bên avêtinê, ew jî bi nêrîneke nîştimanî û berpirsyarane
dibe ku armanc xizmetkirina welatiyan be.
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ragihand: Em weku
YNKê di dema bihurî de, her weha dema niha û di pêşerojê de jî emê pêşwaziya
her destpêşxeriyekê bikin ku bi dilsozî û bi sûd û di berjewendiya gelê
Kurdistanê de bê.
Ji aliyê xwe ve Emîndarê Giştiyê Yekgirtuya Îslamî,
destpêşxeriya xwe pêşkêşî `Bafil Celal Talebanî` kir, Serokê YNKê jî biryar da
ku ji îro pêve û ji bo avakirina zemînekê ji bo aramkirina rewşê, medyayên Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo vê rewşê alîkar bin û nebin parçeyek ji
tundkirina nakokiyan.
Her di civînê de tekezî li ser hemahengî û bihêzkirina
pêwendiyên YNKê û Yekgirtuya Îslamî di çarçoveya zêdetir xizmetkirina welatiyan
de hatiye kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

