Wezîrên Navxwe yên Pakistan û Îranê li Tehranê civiyan

Cîhan 10:55 PM - 2026-05-16
Wezîrên Navweyên Îran û Pakistanê AJANS

Wezîrên Navweyên Îran û Pakistanê

Pakistan

Îro Wezîrê Navxwe yê Pakistanê ji bo berdewamkirina danûstandinên di navbera Îran û Amerîka de gihîşte Tehranê û ji aliyê Wezîrê navxwe yê Îranê ve hat pêşwazîkirin.

Ajansa nûçeyan ya Tesnîm ya Îranê ragihand ku îro Şemî rêkefta (16-05-2926) an Mohsin Neqvî,Wezîrê Navxwe yê Pakistanê ji bo serdaneke du rojî gihîşte Tehranê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Îranê Îskender Momînî ve hat pêşwazîkirin da ku li ser danûstandinên Amerîka û Îranê gotûbêj kirin.

Herdu wezîrên navxwe civîneke girîng ya dualî li dar xistin û li ser peywendiyên Îran-Pakistanê û asoya destpêkirina danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de gotûbêj kirin.

Ev yek di demekê de ye ku, Amerîka û Îran di gefann li hev dikin.

Ji aliyekî din ve Koşka Spî ragihan ku hin berpirsên rêveberiyê digel berdewamiya danûstandinan in.

PUKMEDIA




zêdetir tamaşe bike