Trump kuştina fermandarê duyem ê DAIŞê ragihand
Cîhan 01:15 PM - 2026-05-16
Businesstoday
Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump kuştina fermandarê duyem yê terorîstên
DAIŞ li Nêcîriyayê ragihand û got: Me li hemû cîhanê jêderên me hene û kes
nikare ji destê me bireve.
Donald Trump roja Înê ragihand, fermandarê duyem yê DAIŞê
li ser astê cîhanê (Ebû Bîlal El Mînukî) di operasyonekê de ku hêzên Amerîka û hêzên Nêcîriyayê pêkanîn hate kuştin.
Trump got jî: Hêzên wêrek yên Amerîkayê û hêzên çekdar ên
Nêcîriyayê bi bê kêmasî erkekî hûr û plankirî û gelekî aloz cîbicî kirin ji bo tunekirina
aktîvtirîn terorîst li cîhanê li eniyên şer, ku ew jî Ebû Bîlal El-Mînukî ye,
ku fermandarê duyemîn yê DAIŞê ye li ser astê cîhanê, ku wî dizanî wê xwe bikare
li Afrîqayê veşêre lê nedizanî ku jêderên me li hemû cîhanê hene.
Ebû Bîlal El Mînukî di sala 2023`an de ji aliyê rêveberiya Joe Biden ve bi `terorîstê cîhanî yê taybet` dihat binavkirin û duh di operasyoneke
serkeftî de hat kuştin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

