Dahata hefteyekê ya Silêmanî zêdetirî 5 Milyar Dînar in

Kurdistan 09:13 AM - 2026-05-15
Şefafiyet PUKMEDIA

Şefafiyet

Şefafiyet

Dahata Silêmanî ya hefteyekê, ji roja 9ê Gulana 2026an heya 15ê Gulana 2026an, 5 milyar û 443 milyon û 915 hezar û 366 dînar bû.

Malpera şefafiyetê ji bo çavdêrîkirin û rêxistinkirina dahatên ne-petrolê yên Silêmanî, Helebce û her du rêveberiyên Raperîn û Germiyanê dahata hefteyekê ragihand, ku birê wê, 5 milyar û 443 milyon û 915 hezar û 366 dînar bû ku %98ê dahatê bi naxt, %2 bi çek û %2 jî bi mîzan e.

Roja 15ê Kanûna 2022an de, piştî 30 salan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Qubad TalEbanî de bû xwediyê projeya şefafiyeta dahat û xerciyan.

Niha hûn dikarin rojane hemû dahatên ne-petrolê yên Silêmanî, Helebce û her du rêveberiyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê ji malpera şefafiyetê bizanin.

Li gorî amarên herî dawî yên malpera şefafiyetê www.shafafiat.com,biryare dahata van cihan her rojê were weşandin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike