Îro parleman ji bo dengdanê li ser kabîneya Elî Zeydî dicive
Îraq 03:07 PM - 2026-05-14
PUKMEDIA
parlemana Îraqê
Biryar e ku îro Encûmena Nûneran a Îraqê ji bo dengdanê li ser bernameya wezarî
û hikûmeta serokwezîrê erkdar Elî Falih Zeydî civînekê pêk bîne.
Biryare ku îro pêncşem 14/5/2026, civîna jimare 24 a Encûmena
Nûneran a Îraqê demjimêr çarê piştî nîvro bi rêve biçe.
Her weha li gorî rojeva belavkirî ya parlamentoyê, civîn ji
bo dengdanê li ser bernameya wezarî û hikûmeta serokwezîrê erkdar Elî Falih
Zeydî ye.
Ev jî di demekê de ye ku roja duşemê 27ê Nîsana 2026an, di
merasîmeke fermî de ku li Koşka Bexdayê bi rêve çû, Nîzar Amêdî Serokkomarê Îraqê,
Elî Zeydî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê erkdar kir.
Biryar bû di 12.05.2026an de parleman ji bo dengdanê li ser
kabîneya nû bicive û dengê pê bide, lê civîn hat paşxistin ji bo îro.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

