Pênc mercên Îranê ji bo danûstandinên digel Amerîka
Cîhan 10:24 PM - 2026-05-13
AJANS
Alên Amerîka û Îran
Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Fars, Îran daxwaz dike
ku Amerîka berî destpêkirina gera duyemîn ya danûstandinan pênc mercên sereke
bicîh bîne, ku di nav de bidawîanîna şer,rakirina dorpêçan,berdana mal û milkên
cemidî.
Li gorî raporta Ajansa Nûçeyan ya Fars rêveberiya
Tehranê berî destpêkirina gera duyemîn ya danûstandinan daxwaza avakirina
baweriyê û garantiyên berbiçav dixwaze.
Li gorî çavkaniyek agahdar, mercên ku Îranê
pêşkêş kirine wiha hatine rêzkirin:
-Bidawîanîna şer li hemû eniyan cengê, bi
taybetî li Lubnanê.
-Hemû dorpêçên li ser Îranê werin rakirin.
-Serbestberdana mal û milkên Îranî yên li
derveyî welêt hatine cemidandinê
- Qerebûkirina zirarên ku ji ber şer çêbûne.
- Naskirina fermî ya serweriya Îranê li ser
Tengava Hurmuzê.
Hikûmeta Îranê pêşniyarên berê yên Amerîka jî
red kiriye, bi behaneya ku ev pêşniyar yekalî bûn û tenê ji bo berjewendiyên
Washingtonê xizmetê dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

