Xwendekarên Zanîngeha Rojava meşek ji bo destûrkirina zimanê Kurdî li dar xist
Kurdistan 12:28 PM - 2026-05-10
PUKMEDIA
Rojava
Xwendekarên Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişloyê meşek li
dar xistin, ku mamoste jî têde beşdar bûn û xwestin ku zimanê Kurdî di destûra
Sûriyeyê de wek zimanê fermi were pejirandin û parastin ji berk u beşeke bingehîne
ji nasname û çenda gelê Kurde.
Meş ji pêşiya avahiya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê
ber bi çerxerêya şehîd Osman Sebrî ve dest pê kir. Di meşê de pankartên
"Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me hebûn û welatê me ye"
hatin bilind kirin, û deqeyek bê dengî sekinîn. Piştre endamê Desteya Rêveber a
Zanîngeha Rojava Aram Hesen daxuyanî xwend ku têde hate gotin, Ziman ne tenê
amrazeke peywendiyê ye, lê bîra dîrokî, sembola rûmeta neteweyî û stûna
bingehîn a hebûna her gelekî ye.
Amaje bi wê jî kir ku fêrbûna zimanê dayîkê mafeke cîhanî ye
bazar têde nayê kirin, Vîna gel û nasnameya wê jbi rêya ziman û çandê geşe
dikin.
Her weha daxuyaniyê tekezî li ser wê yekê kir ku divê zimanê
kurdî wekî zimanekî fermî di destûra nû ya Sûriyeyê de were qebûlkirin û hate
gotin, "Paşguhkirina zimanê kurdî û helwestên neyînî yên li hemberî wê
înkarkirine ji hebûna gelê Kurde û binpêkirina pirensîbên jiyana hevbeş e.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin dê têkoşînê bidomînin
heta ku zimanê kurdî wekî zimanê zanist, huner û azadiyê were naskirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

