Damezrênerekî AKP:Divê navê Tuncelî bibe Dêrsim
Kurdistan 06:42 PM - 2026-05-06
Ajansa T24 ya Turkî
Husên çelîk yek ji damezrênerên AKPê
Husên Çelik ku yek ji
damezrînerên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û wezîrekî berê, xwest ku navê
parêzgeha Tuncelî were guhertin û bibe Dêrsim.
Çelik diyar kir ku tiştê ku îro divê were
kirin eve ku rastiyên dîrokî di pirtûkên waneyan de werin bicihkirin, wekî ku
lêborîna hatiye pêşkêşkirin tê xwestin, û navê Tuncelî were guhertin û bibe 'Dêrsim'.
Çelik got:Bîranîna tiştên li Dêrsimê rû dane, pesendkirina rastiyê û
zindî hiştina bîra civakî ne tenê berpirsiyariyek li hember dema bûrî ye, lê di
heman demê de pêdiviyek îradeya avakirina pêşerojek dadperwerane ya
demokratîktir û bihêztir e.
Çelîk got:Bûyerên Dêrsimê, ku bi biryara "Operasyona Tepeserkirina
Tuncelî di 4ê Gulana 1937an de dest pê kirin û heya dawiya sala 1938an berdewam
kirin, serdemeke bi êş temsîl dikin ku di bîra gelê me de şopên kûr hiştine,tevî
derbasbûna ewqas salan jî, êşa ku hatiye jiyîn hîna jî di wîjdanê gelê me de
dimîne.
Her weha aşkere kir ku, dewleteke ku bi serweriya hiqûqê tê
birêvebirin, ew dadperwerî ye ku ji rûbirûbûna bi dema bûrî xwe natirse,eer di
demên berê de bi navê dewletê şaşî hatibin kirin,divê ev bi eşkere û rastgoyî
wekî "şaşî" werin binavkirin; divê rastî bi hemû zelaliya xwe were
eşkerekirin, û eger pêwîst be divê berpirsiyarî were girtin.
Çelîk tekez kir ku dema bûrî, Recep Teyîp Erdogan, Serokkomarê me û wekî
Serokê AK Partiyê, di civîna koma meclîsê de derbarê karesata Dêrsimê de
daxuyaniyek pir zelal û dîrokî dabû û gotibû:Eger pêwîst be ewê li ser navê
dewletê ji bo bûyerên Dêrsimê lêborînê bixwazin,lewra ez lêborînê dixwazim û dubare
ez lêborînê dixwazim.
Ragihand jî, tiştê ku îro divê were kirin ev e ku rastiyên
dîrokî di pirtûkên waneyan de werin bicihkirin, wekî ku lêborîna hatî
pêşkêşkirin hewce dike, navûdeng werin sererastkirin û navê Tuncelî dîsa were
guhertin bo "Dêrsim.
Di dawiyê de Çelîk got:Bîranîna tiştên li Dêrsimê rû dabûn,
qebûlkirina rastiyê û zindî hiştina bîra gelê me de, ku ew wek berpirsiyariyekê
li hember dema bûrî ye, û di heman demê de pêdiviyek ji bo îradeya avakirina
paşerojek dadperwerane, demokratîktir û bihêztir e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

