Reuters:Amerîka û Îran ji rêkeftina ji bo bidawîkirina şer nêzîk in
Cîhan 02:58 PM - 2026-05-06
Russia Today
Alên Amerîka û Îranê
Çavkaniyek Pakistanî ku di hewldanên aştiyê de beşdar e ji Reuters re ragihand
ku Amerîka û Îran nêzîkî rêkeftinek ji bo bidawîkirina şer bûne, û raportek ji
hêla Axios ve hatî weşandin piştrast dike,wê çavkaniyê got:Emê vê yekê pir zû yek
alî bikin.
Amerîka û Îran nêzîkî îmzekirina rêkeftinekê ne ji bo bidawîanîna şer
Axios aşkere kir ku Amerîka û Îran nêzîkî îmzekirina reşnivîseke yek rûpelî
bûne ji bo bidawîanîna şer û pevçûnan.
Her weha wê malperê li ser zarê berpirsên Amerîkî û du çavkaniyên din yên
ku bi danûstandinan agahdar in, aşkere kiriye ku Koşka Spî bawer dike ku ew
nêzîkî rêkeftinekê bi Îranê re li ser derbarê têgihîştina yek-rûpelî ye ji bo
bidawîanîna şer û danîna çarçoveyek ji bo danûstandinên Etomî yên berfirehtir.
Amerîka hêvî dike ku Îran di nav 48 demjimêran de bersiva rêkeftineke bide
Her wiha got:Amerîka hêvî dike ku Îran di nav 48 demjimêran de bersiva
xalên sereke yên rêkeftineke doibekî bide.
Biryara Amerîkî derbarê ragirtina "Projeya Azadiyê" li Tengava
Hormuzê girêdayî pêşketina danûstandinan
Li gorî çavkaniyên wê malperê, biryara serokatiya Amerîkî ya derbarê
rawestandina "Projeya Azadiyê" li Tengava Hormuzê bi pêşketina
danûstandinan ve girêdayî ye.
Rêkeftin xwe dispêre pîlana 14 xalî ya Amerîka
Hêjayî
gotinê ye ku, reşnivîs xwe dispêre pîlana 14 xalî ya Amerîka hatiye çêkirin, ku
têde daxwaza rawestandina şer û pevçûnên li herêmê û destpêkirina heyameke
danûstandinan ya 30 rojî li ser geştiyariya li Tengava Hurmuz û bernameya Etomî
ya Îranê û egera rakirina dorpêçên Amerîka dike
Trumep:Eger Îranê pabendî rêkeftinê bibe şer dê bê rawestandin, berûvajiya wê ewê bi dijwarî bombebaran bikin
Ji aliyekî din ve Donald Trump Serokê Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand ku eger hikûmeta Îranê pabendî rêkeftinê bibe şer dê were rawestandin, lê eger pabend nebe ewê bi dijwarî bombebaran bikin.
Çavkanî:
Reuters + Axios
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

