Li çiyayê Kanlaon ya Fîlîpînê volqanek teqiya
Cîhan 11:06 AM - 2026-05-05
En Son Haber
Dîmenek ji Volkana çiyayê Kanlaonê
Teqînek li Çiyayê Kanlaon li Fîlîpînan ewrek xwelîyê bi sedan metreyan
ber bi hewayê ve avêt,rayedaran şêniyên herêmê li ser xetera teqînên din hişyar
kirin.
Çalakiya volkanîk careke din li Fîlîpînê, ku li ser Xeleka Agir ya
Pasîfîkê ye, eşkere bûye. Teqîna îro sibê li Çiyayê Kanlaon li Girava Negros li
herêmê bûye sedema fikaran.
Li gorî agahiyan, teqîna li Çiyayê Kanlaon ewrek xwelîyê bi qasî 800
metreyan bilind kir,rayedaran diyar kirin ku di 24 demjimêrên dawî de gelek
rijandina xwelî û lerzînên volkanîk li volkanê hatine tomar kirin.
Enstîtuya Volkanolojî û Sîsmolojiyê ya Fîlîpînê diyar kir ku volkan di
asta hişyariya 2an de ye,ev ast nîşan dide ku çalakiya volkanîk berdewam e û egera
teqînên din jî heye.
Rayedaran diyar kirin ku çalakiya li volkana Kanlaonê bi baldarî tê
şopandin û li gorî pêşketinan dibe ku tedbîrên nû werin girtin,ji xelkê herêmî
hatiye xwestin ku hişyariyên fermî bişopînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

