Serok Bafil û Mihemed Helbûsî: Divê avakirina Hikûmeta nû ya Îraqê bê bilez kirin
Îraq 07:10 PM - 2026-05-04
PUKMEDIA
Serok Bafil Celal Talebanî û Mihemed Helbûsî
Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK), li mala Serok Mam Celal li Bexdayê, pêşwaziya Birêz Mihemed
Helbûsî Serokê Partiya Pêşketinê kir.
Di hevdîtinê de, ku endamên Mekteba Siyasî ya YNKê, Derbaz
Kosret Resûl û Xalid Şawanî jî beşdar bûn, her du aliyan rewşa siyasî ya herêmê
gotûbêj kirin û girîngiya avakirina hikûmeta nû di dema diyarkirî ya destûrî de
tekez kirin.
Her wiha wan tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevrêzî û
hevkariya di navbera partiyên siyasî de kirin da ku avakirina hikûmeta nû ya Îraqê
li gorî destûrê bileztir bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

