Wezareta Bazirganî:Welatên hevsê daxwaza kirîna Genimê Îraqî dikin
Kurdistan 02:33 PM - 2026-05-03
Medya
Genim
Îro Yekşem rêkefta (03-05-2026) an Kompaniya Bazirganiya Dexil ya
Wezareta Bazirganiyê ya Federal ragihand ku çend welatên hevsê ji Îraqê
xwestine ku Genim ji wan re hinarede bike û tekez kir ku Îraqê qonaxa xweseriyê
derbas kiriye.
Heyder Gerawî, Rêveberê Giştî yê Kompaniya Bazirganiya Dexil, ragihand
ku,xwesteka niha ya hikûmetê ew e ku li şûna hinardekirinê, girîngiyê bide ser
xweseriya di hilberîna Genim û dabînkirina yedega stratejîk.
Derbarê buhayê Genim de, wî aşkere kir ku dewlet dê tonek Genim ji
cotkaran bi 850 Hezar Dînar bikire, di demekê de ku buhayê cîhanî di embaran de
nêzîkî 200 Dolaran e jî, ev yek jî hinardekirin
bi wê bihayê ji aliyê aborî ve bi sûd nebe.
Gerawî tekez kir ku girîngiya sereke piştgirîkirina projeya (Ardê Sifir)
ya berhema navxwe ye.
Derbarê xwesteka welatên hevsê ji bo hinardekirina Genimê Îraqî, Rêvberê
Kompaniya Giştî ya Bazirganiya Dexil ragihand ku daxwaz ji welatên hevsê yên
wekî Sûriye û Îranê heye, eger ji aliyê Civata Wezîran ve biryarek were
dayîn ku Genim bi bihayê zêdetirî 400 Hezar Dînar serê ton were firotin.
Di dawiyê de,Heyder Gerawî, Rêveberê Giştî yê Kompaniya Bazirganiya Dexil
tekez kir ku,siyaseta heyî di parastina ewlehiya xwarinê ya Îraqê de tevî şer û
qeyaranên li herêmê de serkeftî bûye, ji ber vê yekê hebûna yedega stratejîk yê
Genim rê li ber bilindbûna bihayên Ard girtiye, bi cûrekê buhayê Ard di 15 Hezar
Dînaran de cêgir bûye,di demekê de ku,eger ev rêkar nebûya, buhayê wê dê
bigihîşta 55 Hezar Dînaran, ev jî Îraq ji qeyrana sergirtin û bilindbûna
buhayan parast.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

