Trump û Zeydî li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Îraq û Amerîkayê de axivîn
Îraq 10:51 PM - 2026-04-30
PUKMEDIA
Donald Trump û Elî Zeydî
Serokwezîr Elî Feleh el-Zeeydî roja Pêncşemê ji Serokê
Amerîkayê Donald Trump pêwendiyek telefonî wergirt
Nivîsgeha medyayê ya Serokwezîr di daxuyaniyekê de got ku
Serokê Amerîkayê pîrozbahî li el-Zeydî kir ji ber destnîşankirina wî ya fermî
ji bo avakirina hikûmeta nû û vexwendinek fermî pêşkêşî wî kir ku piştî
avakirina hikûmetê serdana Washingtonê bike.
Di daxuyaniyê amaje bi wê hat kirin ku di telefonê de
nirxandinek li ser têkiliyên stratejîk ên dualî yên di navbera Îraq û yên
Amerîkayê de û rêbazên pêşxistin û xurtkirina wan di warên cûda de hebû. Her du
aliyan jî pabendbûna xwe ya ji bo xebata hevbeş û hevkariya dualî ji bo
xurtkirina aramiya li navçeyê piştrast kirin.
Serokwezîr Elî Feleh el-Zeydî roja Pêncşemê ji Nûnerê Taybet
ê Amerîkayê Tom Barrack pêwendiyek telefonî wergirt, ku pîrozbahî li el-Zeydî
kir ji ber destnîşankirina wî ya fermî ji bo avakirina hikûmeta nû.
Di pêwendiyê de wan li ser rêbazên xurtkirina têkiliyên di
navbera Îraq û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de û zêdekirina hevkariyê di
gelek waran de ji bo xurtkirina hevkariya stratejîk a di navbera her du welatan
de gotûbêj kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

