Qamîşlo: Bi hezaran kes ji bo mafê ziman derketin qadan
Kurdistan 01:26 PM - 2026-04-30
PUKMEDIA
Meşa li Qamîşlo
Li Qamişloyê bi hezaran xwendekar, mamoste, şêniyên bajêr ji bo mafê ziman û di destûra nû ya Sûriyeyê de mîsogerkirina mafê zimanê kurdî meşiyan.
Mamoste, xwendekar, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û gelê bajarê Qamişloyê bi boneya Roja Zimanê Kurdî (15 Gulanê), ji bo mafê ziman û di destûra nû ya Sûriyeyê de mîsogerkirina mafê zimanê kurdî, meşek li dar xist. Meşê li Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê dest pê kir.
Xwendekar û mamoste bi cilên gelêrî beşdarî meşê bûn. Beriya meş dest pê bike hunermed Mizgîn Tahir bi xwendekaran re strana “Zimanê Kurdî” got.
Di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.
Meş li Çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê. Mîtîngê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û xwendekaran sirûda netewî “Ey Reqîb” xwend.
Di mîtîngê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hecelî Roja Zimanê Kurdî li xwendekar, mamoste û gel pîroz kir. Semîra Hecelî bal kişand ser ked û xebata ji bo perwerdeya zimanê kurdî û wiha got: Bi berdêlên pir giran şehîdên me bi xwîna xwe tîpên zimanê kurdî xêz kirin. Ji bo vê ev kar û xebat heta niha bi serkeftî derbas bûn. Zarokên me li dibistan û zanîngehên xwe bi kurdî xwend, îro kar û xebatên xwe bi kurdî dimeşînin. Ev serkeftineke mezin bû, ji ber ku gelek bi zimanê xwe heye.
Semîrayê bal kişand ser rewşa diyalogê ya ji bo mafê zimanê kurdî û wiha axivî: Em ê her kes ji aliyê xwe de ji bo zimanê me bikeve destûrê, xebatê bimeşîne. Em di hefteyê de 2 saetan napejirînin.
Endamê Desteya Kedkaran Şêro Şero jî 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê pîroz kir û wiha got: Em vê rojê li kedkarê herî mezin Rêber Apo pîroz dikin. Îro gelê me doza mafê xwe yê rewa dike. Doza mafê ziman dike. Em ê jî heta dawiyê wek kedkar doza mafê xwe yê rewa bikin.
Mîtîng bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
PUKMEDIA/ANHA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

