Qubad Talebanî:Çaksaziya tomarkirina kompaniyan dibe egera geşepêdana aborî
Kurdistan 03:52 PM - 2026-04-29
Qubad Talebanî li Rêveberiya Giştî ya Tomarkirina Kompaniyan
Ragihandina Cîgirê Serokwezîr
Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr bi amadebûna Wezîrê Bazirganî û
Pîşesaziyê Kemal Muslim, bi Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Giştî ya Tomarkirina Kompaniyan
Bilind Mihemed re civiya.
Di civînê de ku roja Çarşemê 29ê Nîsana 2026an hate lidarxistin,
nirxandin ka çawa pêvajoya çaksazî di rêveberiyê de, ku li gorî pîlanê di sala
2023an de dest pê kiribû, dest bi pêkanîna gavên çaksazî kiriye.
Piştî gotûbêj û nirxandineke baldar, hat dîtin ku ji destpêkirina çaksaziyan
ve, pêvajoya tomarkirina kompaniyan, ku berê nêzîkî du mehan digirt û 31 pên gavan
pêwîst bûn, demjimêra tomarkirina bo 24 demjimpêran hatiye kurtkirin û li ser
înternetê tê tomarkirin, her wiha, xerca tomarkirinê ji bo 160 Hezar Dînarên Îraqî
hatiye kêmkirin.
Çaksazî her wiha gelek hêsankarî ji bo ciwan û jinan peyda kirine û
rêjeya tomarkirina kompaniyan ji hêla jin û ciwanan ve di du salên borî de zêde
bûye.
Hate gotin ku danana yekîneya tomarkirina kompaniyan pêngaveke girîng e
ji bo neteweyîkirina kompaniyan li herêmê û pêvajoya tomarkirina kompaniyan gelekî
hêsan kiriye.
Di civînê de, Qubad Talebanî pîrozbahî li Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê,
Rêveberê Giştî, rayedar û hemû karmendên daîreyê kir ku plana çaksaziyê gelekî
baş bicîh anîne ku wan bê cudahî û bi awayekî pîşeyî xizmeta hemû welatiyan
kirine.
Her weha got: Pêvajoya çaksazîyê di tomarkirina kompaniyan de, yek ji pêngavên
girîng yên çaksazîyê di kabîneya nehan de ye û dê bandorek girîng li ser
pêşveçûna aborî ya Kurdistanê bike.
Qubad Talebanî soz da ku ji bo pêngava din yên rêvberiyê, ku ew jî
elektronîkîzekirina hemû belgeyan e, piştgiriyê bide wan ji bo çareserkirina
her pirsgirêkek ku ew rastî wan werin.
Ev yek di demekê de ye ku, zêdetirî 43 hezar kompaniya li cem daîreyê
hatine tomar kirin, ku ji wan nêzîkî 15 hezar çalak in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

