Nirxê bermlek petrol 103 dolar derbas kir

Cîhan 10:24 AM - 2026-04-23
petrol PUKMEDIA

petrol

Bihayê petrolê li bazarên cîhanê ber bi bilindbûnê ve çûye, bi şêweyekî ku bihayê bermîleke petrola Brênt gihîşt 103 dolar û 33 sentan û petrola xav jî ji bo 93 dolar û 52 sentan bilind bû.

Ev bilindbûn piştî wê yekê tê ku danûstandinên aştiyê yên di navbera Waşington û Tehranê de gihîştine binbestê û Tengava Hurmizê ji ber desteserkirina du keştiyan ji aliyê Îranê ve, bi girtî maye.
Îran rakirina dorpêçên deryayî yên Amerîkayê wekî şert ji bo destpêkirina danûstandinan datîne û di beramber de jî serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaza vekirina tam a Tengava Hurmizê berî her rêkeftinekê dike.

Girtina Tengava Hurmizê yek ji metirsîdartirîn senaryoyên ji bo aboriya cîhanê ye, ji ber ku ev tengav şahdemara herî girîng a veguhastina enerjiyê ye li cîhanê ye, nêzîkî 20% heta 30%ê nefta cîhanê di vê tengavê re derbas dibe û bi girtina wê kêmvûneke demkî ya neftê li bazaran de rû dide. Hevdem pispor pêşbînî dikin ku di egera girtina tam de, bihayê her bermîleke neftê asta 150 dolarî derbas bike û heta bigihe 200 dolarî, ev yek jî dê bibe sedema şokeke mezin ji bo pîşesaziya cîhanê.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket