Parêzgarê Kerkûk:Wek Rêbwar Teha emê xizmeta pêkhateyan bikin
Kurdistan 06:41 PM - 2026-04-21
Ragihandina Parêzgeha Kerkûkê
Mihemed Seman, Parêzgarê Kerkûkê
Parêzgarê Kerkûkê, Rêbwar
Taha, ragihand ku parêzgarê berê yê Kerkûkê, yê ku kariye jiyana hevbeş û
aştiyê li Kerkûkê zindî bike.
Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Samaan piştî ku dest bi kar kir, di civîneke
çapemeniyê de got: Emê karê Rêbwar Teha, parêzgarê berê yê Kerkûkê, bidomînin û
bê cudahî xizmetê ji hemû pêkahateyan re bikin, ji ber ku parêzgarê berê bi
dilsozî û bê cudahî kar kiriye.
Her weha got: Rêbwar Teha kariye aramiyê li Kerkûkê vegerîne, û kariye jiyana
hevbeş ya pêkhateyan li Kerkûkê zindî
bike, ji ber vê yekê emê li ser wê rêyê berdewam bikin.
Rêbwar Teha bê cudahî xizmetê ji hemû pêkhateyan re li Kerkûkê kir û fêrî me
kir ku em bi heman awayî kar bikin, ji ber vê yekê ez ê cudahî nekim û ez ê
serdana hemû deveran bikim û xizmetên zêdetir pêşkêşî wan bikim.
Rêbwar Teha, parêzgarê berê yê Kerkûkê, ku salek û heşt mehan di kar de ma, bê
cudahî xizmetê ji xelkê Kerkûkê re kir û çend projeyên xizmetguzariyê li Kerkûkê
kir, di demekê de ku tenê Petrodolar hebûn ku xizmeta bajêr bikin,wî kariye
aramiya zêdetir vegerîne bajêr û çend hewldanên terorîstî pûç bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

