Perwerdeya Rêvberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê dê bicivin
Kurdistan 12:32 PM - 2026-04-21
Roz Press
Logoya Zanîngeha El Şerq
Tê çavrêkirin
ku li Hesekê civînek ji bo gotûbêjkirina pirsa wekhevkirina bawernameyan û
yekgirtina saziyên perwerdehiyê were lidarxistin.
Li gorî
çavkaniyên hikûmetê û çavkaniyên ji Rêveberiya Xweser, Parêzgeha Hesekê dê mêvandariya
civînekê bike ku Desteya Perwerdehiyê û Komîteya Hemahengiya Zanîngehan li
Bakur û Rojhilatê Sûriyê,digel Wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind û Lêkolînên
Zanistî yên di Hikûmeta Demkî de tê de beşdar bibin.
Civîn wê li ser gotûbêjkirina çend pirsên perwerdehiyê be, bi taybetî
mekanîzmaya wekhevkirina bernameyên xwendinê yên Rêveberiya Xweseriya
Demokratîk li astên cuda yên perwerdehiyê, di nav de perwerdehiya amadekarî,
navîn û zanîngehê.
Çavkaniyan
diyar kirin ku civîn, ku biryar e hefteya bê were lidarxistin, di çarçoveya
şopandina cîbicîkirina bendên Peymana 29ê Çile ya di navbera Hêzên Sûriye
Demokratîk û Hikûmeta Demkî de tê, nemaze di derbarê dosyaya yekkirina saziyan
di navbera her du aliyan de.
Di çarçoveyeke têkildar de, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî
yê di hikûmeta demkî de, Merwan Helebî, roja 17ê Sibatê piştrast kiribû ku
vegerandina saziyên xwendina bilind li herêma Cezîrê ji bo rola xwe ya tevahî
pêşanîyeke neteweyî ye ku nayê paşxistin, û tekezî li ser girîngiya xurtkirina
aramiya akademîk û piştgirîkirina pêvajoya perwerdehiyê kir.
Ev daxuyaniya wî di dema serdana liqê Zanîngeha Firatê li Reqa de hatin
kirin, li wir wî avakirina komîteyek wezaretî ya taybet ragihand da ku rêkarên
yekbûna Zanîngeha Rojhilat bi şaxê Zanîngeha Firatê re bişopîne, di heman demê
de mafên xwendekaran misoger bike.
Her weha Helebî
pabendbûna wezaretê ya ji bo piştgiriya zanîngehan, dabînkirina karmendên
pêwîst û misogerkirina hawîrdorek perwerdehiyê ya aram piştrast kir, û
destnîşan kir ku bawernameyên derçûyên Zanîngeha El Şerq yên salên berê dê li
gorî çarçoveyên yasayî yên derbasdar werin pejirandin.
Hêjayî
gotinê ye ku Zanîngeha El Şerq girêdayî Rêveberiya Xweser ya Demokratîk ya
Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû ku navenda wê li bajarê Reqa bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

