Gera duyemîn a danûstandinên Amerîka û Îranê li Pakistanê dest pê dike
Cîhan 10:48 AM - 2026-04-20
PUKMEDIA
Alayên Amerîka û Îranê
Biryare ku îro Duşememê 20ê Nîsana 2026an bi mebesta danûstandin û gihîştina
rêkeftinekê ligel Îranê, şandeke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bigihe
Îslamabadê. Ajansên cîhanî jî amaje bi wê dikin ku danûstandinên dîplomatîk
girêdayî egera xuleke nû ya danûstandinan ligel Îranê ne.
Armanca sereke ya serdana şanda Amerîkayê bo Îslamabadê
guftûgo û danûstandin e, lê heta niha ne zelal e ku Tehran dê beşdar bibe yan
na. Di heman demê de, ajansa Tesnîm a Îranî di raporekê de diyar kiriye ku
berpirsên Îranê bi tevahî biryara dawî nedane derbarê beşdarîkirina di wan
danûstandinan de. Beşek ji ajansên nûçeyan ên Îranî jî ragihandine ku sibê
şanda Îranê dê bigihe Pakistanê.
Herwiha, desthilatdarên Pakistanê beriya hatina şandeyê
rênimayên ewlehiyê yên tund li seranserî herêmê girtine ber û li gorî ajansên
nûçeyan ên navxweyî yên wî welatî, çend rê hatine girtin. Di çarçoveya
amadekariyan de ji bo vê serdana asta bilind, gihîştina bi deverên hestiyar ên
hikûmetê hatiye sînordarkirin.
Ev di demekê de ye ku di 11ê Nîsana 2026an de, berpirsên
pilebilind ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê bi mebesta dawîanîna bi
nakokiyên şeş hefteyî yên navbera wan, gihîştibûn Îslamabada paytexta
Pakistanê. Lê Tehranê guman xistibû ser danûstandinan û ragihandibû ku ew
nikarin bêyî sozên pêşwext ên derbarê Lubnanê û rakirina sizayan berdewam bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

