Qubad Talebanî: Êzîdî yek ji wan pêkhateyên herî resen û kevnar in
Kurdistan 10:39 AM - 2026-04-15
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Qubad Talebanî bi boneya Cejna Serê Salê ya Êzîdiyan peyamek
weşand û pîrozbahî li wan kir, her wiha ragihand: Bone û cejin her dem
fersendên herî bilind in ji bo bihêzkirina giyanê tebayî û kûrkirina koka
pêkvejiyanê di navbera me de.
Naveroka peyamê:
Bi boneya Cejna Serê Salê ya Êzîdiyan, germtirîn û herî xweş
pîrozbahiyan li xwîşk û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim. Hêvîdar im
ev cejn bibe sedema xêr û xweşiyê û bibe destpêka saleke tijî aramî û
dawîhatina hemû êş û nexweşiyên berê.
Boney û cejn her dem fersendên herî bilind in ji bo
bihêzkirina giyanê tebayî û kûrkirina zêdetir a kokên pêkvejiyanê di navbera me
de. Kurdistan bi mozaîka dewlemend a pêkhateyên xwe geştir dibiriqe, û birayên
me yên Êzîdî, wekî yek ji pêkhateyên herî kevin û resen ên vî welatî ne, beşek
yekgirtî û sembolek bilind a dîrok û roja îroyîn a wê pêk tînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

