Serokên welatan pîrozbahî li Nîzar Amêdî dikin
Îraq 10:49 AM - 2026-04-12
PUKMEDIA
Nîzar Amêrî serokkomarê Îraqê
Di 11ê Nîsana 2026an de, Encûmena Nûneran a Îraqê di
pêvajoyek demokratîk de Serokkomarê nû hilbijart. Di wê çarçoveyê de serokên
dewletan pîrozbahî li serokê nû yê Îraqê kirin û serkeftin jê re xwestin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştgiriya welatê xwe ji bo Îraqê dubare kir
Serokê Fransayê Emmanuel Macron pîrozbahî li Nîzar Amêdî kir
û piştgiriya berdewam a Parîsê ji bo Îraqê ragihand.
Macron di peyamekê de li ser malpera civakî X nivîsand: Ez
bi germî pîrozbahiyê li Nîzar Amêdî dikim ji bo hilbijartina wî wekî serokkomarê Îraqê.
Wî her wiha amaje bê wê jî kir: Aramiya Îraqê, berdewamiya
saziyên wê û bikaranîna tevahî ya serweriya dewletê ji her demê zêdetir ji bo
welat û herêmê girîng in, û Fransa dê her gav li kêleka hevkarê xwe yê Îraqî
be.
Pizîşkiyan, Îraq û Îranê wek du welatên bi bandor li navçeyên bi nav kir
Serokê Îranê Mesûd Pzîşkiyan peyamek pîrozbahiyê ji Nîzar
Amêdî re şandiye û amaje bi têkiliyên kûr ên dîrokî, çandî û olî yên di navbera
her du welatan de kir.
Pizîşkiyan Îraq û Îran wekî du welatên bi bandor ên li deverê
û cîhana Îslamî bi nav kir û got: Ez piştrast im ku hevkariya di navbera her du
welatan de dê di bin serokatiya we de bêtir pêş bikeve.
Putin hêvî dike ku têkiliyên di navbera Bexda û Moskowê de xurt bike
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pîrozbahî li serokê nû yê Îraqê
kir û jê re hêviya serkeftinê xwest.
Putin hêvî kir ku hewldanên Nîzar Amêdî têkiliyên dîrokî û
dostane yên di navbera Îraq û Rûsyayê de, ku demek dirêje berdewam dikin,
xurttir bikin.
Duh Şemiyê 11/4/2026 bi amadebûna 252 endamên parlementoyê,
rûniştina encûmena parlemanê bo hilbijartina serokkomar birêve çû, ku
têde Nîzar Amêdî, namzedê yekane yê Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê , ji aliyê encumenê ve wekî serok komar hat
hilbijartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

