Serokkomarê nû yê Îraqê nas bike
Kurdistan 06:03 PM - 2026-04-11
PUKMEDIA
Nîzar Amêdî Serokomarê Îraqê
Nîzar
Mihemed Seîd Mihemed, ku bi navê din Nizar Amêdî tê nasîn, namzedê yekane yê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro 11ê Nîsana 2026an bi 227 dengan wek
serokkomarê Îraqê hat hilbijartin.
Jiyannameya
Siyasî û Pîşeyî yê Nîzar Amêdî:
Ew
kesayetiyek siyasî, hikûmetî û dîplomatîk li Îraqê ye û ji çar dehsalan zêdetir
xizmeta gel kiriye û di gelek warên rêveberiyê de xwedî ezmûn e, di nav de kar
di postên bilind yên Îraqê de, şêwirmendê payebilind yê sê xûlên serokatiya
Îraqê û wezîrê jîngehê.
Nizar Amêdî xwedî dîrokeke dirêj di rêveberiya dewletê de ye, di peymanan de
roleke mezin lîstiye, ji bilî nûnerayetîkirina welêt, akademîk û teknîkî bi
ezmûna siyasî û dîplomatîk, di peyman û lihevkirina di navbera hikûmeta navendî
û herêmê de roleke girîng lîstiye.
-Di peywendiyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar
kiriye, ji ber vê yekê ew aloziyên destûrî û siyasî yên vê peywendiyê fêm dike
û beşdarî çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de bûye, ji
bilî peywendiyên xurt bi aliyên Kurdistanî û hêzên sîyasî yên sereke yên Îraqê
re, ev yek bi saya xizmeta ku di serdema Serok Mam Celal û, Dr. Fuad Mesûm û
Dr. Berhem Salih pêşkêş kirine ye.
- Ew xwedî şiyanek mezin e ku ramanên cûda bîne cem hev û yekîtiya neteweyî
biparêze.
Ezmûna
Navneteweyî û Siyaseta Giştî Nizar Amêdî:
- Ew
zêdetirî 20 salan di postên bilind yên hikûmet û siyasî de kar dike û xwedî
gelek ezmûnên siyasî û rêveberiyê ye, di nav wan de: Şêwirmendê Serokkomar bi
pileya Wezîr, Cîgirê Wezîr û Wezîrê Jîngehê.
- Di gelek konferansên nûnerayetiya Îraqê de kiriye, di nav wan de lûtkeyên
Erebî (Misir, Cezayîr, Tunis, Erebistana Siûdî, Kuweyt).
- Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 – Parîs (2015).
- Serokayetiya şanda Îraqê bo COP28 – Îmaratên Erebî yên Yekbûyî (2023).
- Beşdarbûna di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Jîngehê ya 2023an
de li Nairobiyê.
- Beşdarbûna Konferansa Avê ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê.
- Serdanên fermî yên asta bilind bo Cenevre, Washington, Tehran, Riyad, Muscat
û St. Petersburg.
- Endamê herdemî yê şandeyên serokatiya komarê bû.
- Beşdarî hemahengiya siyaseta derve û dîplomasiya serokatiyê kiriye.
Jêhatîbûn û şiyanên sereke yên Nizar Amêdî:
- Serkirdayetî û rêveberiya welêt
- Biryara
stratejîk
-
Gihiştina peymanên lihevkirinê û birêvebirina hevpeymaniyê.
- Karkirin di warê destûrî û sazûmanî yê dewletê de
- Şêwirmendê Serokkomar û deshelata cî bi cîkar karê, Dîplomasî û Nûnertiya
Navneteweyî
- Rêvebiriya qeyran û danûstandin
- Karkirin di warê jîngehê û geşepêdana domdar ya di vê qadê de
- Karkirin li ser peywndiyên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de
- Ezmûna kirdeyî ya berfireh di serokatiya Komara Îraqê de
Ezmûna îdarî di hikûmetê de
- Dîplomasiya herêmî û navneteweyî
- Hemahengiya bi Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî re
Zimannasî
û asta xwendinê
-
Şarezaya tevahî ya zimanên Erebî û Kurdî
- Bekaloryosî Endezyariya Mekanîkî, Fakulteya Endezyariyê, Zanîngeha Mûsilê
Ezmûn di karên siyasî û rêxistinî de
- Endamê serokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
- Endamê Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê (2022 –Heya niha)
- Endamê Mekteba Siyasî - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (2023 –Heya niha)
- Berpirsê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Bexdayê (2024
– Heya niha)
- Li nivîsgeha Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê de xebitî
(1993-2003)an
Ezmûna wî
ya pîşeyî
- Wezîrê
Jîngehê – Komara Îraqê (2022-2024)
-Dariştin û cî bi cîkirina siyaseta jîngehê
- Mameya Îraqê digel guherîna avhewayê û pirsgirêkên din baştir kiriye
- Di konferansên navneteweyî de nûnertiya Îraqê kir û serokatiya şandeyên fermî
bû.
- Dîplomasiya jîngehê wekî beşek ji ewlehiya neteweyî ya Îraqê pêş xist.
- Şêwirmendê Yekem yê Serokatiya Îraqê di navbera salên 2005-2022an de (bi
pileya Wezîr û Cîgirê Wezîr)
Berpirsiyarî
-
Şêwirmendê Serokkomar
- Xala peywendiya di navbera serokatiyê, deshelata destûrî û aliyên herêmî de.
- Piştgiriya avakirina hikûmetê kir û di rêvebirina qeyranan de roleke mezin
lîst.
- Çavdêriya biryar û nûnerên serokatiyê (Peywendiyên Serokatiyê) kir.
Girîngtirîm
destkeftiyên wî
-
Misogerkirina aramiya sazûmanî di serokatiyê de ji bo sê xulên
- Birêvebiriya qeyranan
- Bi hêzkirina rola destûrî ya serokatiya Komarê Îraqê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

