Rûniştina Civata Nûneran ji bo hilbijartina Serokkomar bi rêve diçe
Kurdistan 02:41 PM - 2026-04-11
PUKMEDIA
Civîna Civata Nûneran ya Îraqê
Rûniştina
Civata Nûneran ya Îraqê ya ji bo hilbijartina Serokkomarê Îraqê demek kurt berê
bi amadebûna 223 endaman piştî ku hejmara pêwîst pêk hat dest pê kir.
Dr. Biryar Reşîd, endamê Fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di Civata
Nûneran ya Îraqê de, ji PUKMEDIA re got ku rûniştin piştî ku hejmara
pêwîst a 223 endaman pêk hat dest pê kir.
Asos Elî, ku ew jî endamê Fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye, ji
PUKMEDIA re piştrast kir : Bi hebûna 223 endaman ji piraniya Fraksyonên
Civata Nûneran ya Îraqê de, hejmara pêwîst pêk hat.
YNKê berê ragihandibû ku namzetê wê ji bo serokkomariya Îraqê Nîzar Mihemed
Seîd, ku bi navê Nîzar Amêdî jî tê nasîn, e.
Berdevkê YNKê di daxuyaniyekê de ku gihîştiye destê PUKMEDIA de diyar
kiribû :Nîzar Amêdî namzetê fermî û yekane yê YNKê ji bo serokkomariyê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

