Hejmara qurbaniyên şerê Amerîka û Îranê şok e
Cîhan 08:14 PM - 2026-04-08
PUKMEDIA
Aloziya di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de
Amerîka û
Îsraîlê di 28ê Sibata 2026an de li dijî Îranê şer dan destpêkirin û Tehranê jî
bersiva êrîşan da,di şerê 39 rojî de, sê welatên ku beşdarî şer bûne, herî zêde
qurbanî hene, piştî wan welatên Kendavê jî di pileya duyem de tên.
Nuhtirîn amara qurbaniyan wiha ye.
Îran
Ajansa Herana ji Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan belav kiriye ku, ji
destpêka şer ve 3,636 kes hatine kuştin, di nav wan de 1,701 sivîl hene, di nav
wan de herî kêm 254 zarok hene.
Di heman
demê de, Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor ya cîhanî
ragihand ku di êrîşên esmanî yên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê de herî kêm
1900 sivîl hatine kuştin û 20 hezar kes jî birîndar bûne.
Îsraîl
Li gorî
raporeke awarte ya Îsraîlê, di êrîşên mûşekî yên Îran û Lubnanê de herî kêm 23
kes hatine kuştin, her
wiha cotkarek ji aliyê leşkerên Îsraîlî ve hate kuştin.
Amerîka
Fermandariya
Navendî ya Amerîkayê ragihand ku heya niha 13 leşker hatine kuştin û zêdetirî
300 leşker jî birîndar bûne.
Artêşa Amerîka ragihand ku piştî ketina firokyek sotemeniyê ya artêşa
Amerîka li Îraqê, di operasyonên Îranê de şeş leşkerên Amerîkî û heft leşkerên
din jî hatine kuştin.
Lubnan
Ajansa
nûçeyan ya neteweyî ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser
avahiyek nêzîkî nexweşxaneyekê li başûrê Libnanê de çar kes hatine kuştin.
Berê jî,
rayedarên Lubnanî ragihandibûn ku ji meha Adarê ve di êrîşên Îsraîlê de 1530
kes, di nav de herî kêm 129 zarok, hatine kuştin.
Du çavkaniyên
agahdar ji Reutersê re gotin ku ji 2yê Adarê ve, ji dema ku Hizbûlahê êrîşa xwe
ya li dijî Îsraîlê dest pê kiriye, zêdetirî 400 çekdarên wê hatine kuştin.
Di heman demê de, artêşa Lubnanê got ku ji 2yê Adarê ve herî kêm 10
leşker di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin, ku piraniya wan li başûr in, her
weha du du bûyerên cuda de sê aştîparêzên NY hatine kuştin.
Îraq
Karbidestên tenduristiyê yên Îraqî dibêjin ku ji destpêka şer ve herî
kêm 110 kes hatine kuştin.
Kesên kuştî di nav sivîlan, çekdarên Heşdî Şebî û leşkerên Wezareta
Parastinê de bûn.
Herêma
Kurdistanê
Li Herêma
Kurdistanê di êrîşên bi dronan û mûşekan de 19 kes hatin kuştin, heft ji wan
Pêşmerge bûn û du ji wan jî hevser bûn, beşek din jî Pêşmergeyên ji
partiyên rojhilat bûn, her weha gorî Tîma Kurdistana Îraqê (CPT), di meha şer
de 93 kes birîndar bûne û çêdibe ku ev hejmar zêde bibe.
Fransa
Li bajarê
Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê di êrîşeke bi droneyan de leşkerekî Fransî hat
kuştin û şeşên din jî birîndar bûn.
Îmaret
Rayedarên
Îmaratê kuştina 12 kesan, ku du ji wan leşker bûn, di êrîşên Îranê de piştrast
kirin.
Qeter
Wezareta
Parastinê got ku di 22ê Adarê de, dema ku helîkopterek li avên Qeterê ket
xwarê, heft kes, di nav wan de çar leşkerên Qeterî, hatin kuştin, û yek ji wan
leşkerekî Turk bû ku di hêza hevbeş a Turkiye-Qeterê de bû.
Kuweyt
Rayedarên
Kuweytê gotin ku heft kes hatine kuştin, sê sivîl, du karmendên Wezareta Karên
Navxwe û du jî hêzên çekdar.
Kenara
Rojava – Filistîn
Reuters
ragihand ku çar jinên Filistînî di êrîşeke mûşekî ya Îranê de li Kenara Rojava
ya di bin kontrola Îsraîlê de hatine kuştin.
Sûriye
Ajansa
nûçeyan a Sûrîyê SANA ragihand ku di 28ê Sibata 2026an de, dema ku mûşekek
Îranê li avahiyek li bajarê Sweyda yê başûrê Sûrîyê ket, çar kes hatin kuştin.
Behryên
Wezareta
Karên Hundir ragihand ku di du êrîşên cuda yên Îranê yên li ser avahiyek
niştecihbûnê li bajarê Menameyê de du kes hatine kuştin, di heman
demê de, Wezareta Parastinê ya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (MÎR) ragihand ku di
êrîşa Îranê ya li ser Behrêynê de di 24ê Adara 2026an de peymankarekî sivîl yê
Mexiribî hatiye kuştin.
Eman
Di 13ê Adarê
de li herêma pîşesaziyê ya Seharê li Emanê, di êrîşeke bi dronan de du kes
hatin kuştin.
Erebistana
Siûdî
Di êrîşeke
mûşekî de li bajarê Xerecê, li başûrê rojhilatê Riyadê, du kes hatin kuştin.
Li gorî
Reutersê, di şerê 39 rojî de herî kêm 4,789 kes hatine kuştin, ku piraniya wan
li Îranê bûn, piştre jî Lubnan di pileya duyem de û Îraq bi 129 kesan di pileya
sêyem de hatine kuştin.
Çavkanî Reuters
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

