Helbûsî:Civîna hilbijartina serokkomar dema xwe tê encamdan
Îraq 12:22 PM - 2026-04-07
Ragihandina Civata Nûneran
Rûniştina berê ya Civata Nûneran
Biryare roja Şemî ya bê Civata Nûneran ya Îraqê biryar e dê civîna xwe
ya asayî ji bo hilbijartina serokomar li dar bixe û dê têde serokkomarê Îraqê
hilbijêre.
Heybat Helbûsî Serokê Civata Nûneran ya Îraqê ragihand ku, Civata
Nûneran ya Îraqê dê roja Şemiyê, 11ê Nîsana 2026an, ji bo hilbijartina
serokkomar dê bicive.
Serokê Civata Nûneran ya Îraqê tekez li ser girîngiya bicihanîna vî mafê
destûrî û bidawîanîna rewşa siyasî, bi taybetî di bin siya rewşa ewlehî û aborî
ya welêt de kir.
Berê, Serokatiya Civata Nûneran roja Şemiyê wekî roja civînê destnîşan
kiribû û ji serkirdeyên aliyên siyasî xwestibû ku berpirsiyariya xwe di
temamkirina mercên destûrî û pêkanîna hikûmetek bihêz de bi cih bînin daku
rûbirûyê dijwarîyan bibin.
Ev yek di demekê de ye ku, duh roja Dûşemê Civata Nûneran ya Îraqê civîna
xwe ya 15emîn li dar xist û ji bilî serrastkirina çend yasayan, wî li ser çend proje
yasayên din jî deng da, her wiha biryar e ku sibê jî bicive daku li ser çend
mijarên din nîqaş bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

