Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Fraksiyona
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamena Îraqê derbarê êrîşa li ser
mala Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir ku têde hatiye:
Em bi fikar û dilgiraniyek mezin nûçeya êrîşa li ser mêvanxaneya Serokê Herêma
Kurdistanê, Birêz Nêçîrvan Barzaniyê li Duhokê dişopîninv êrîş ne tenê êrîşek
li ser kesayetiyek neteweyî ye, lê di heman demê de êrîşek eşkere li ser ewlehî
û serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê ye.
Ev êrîş binpêkirinek eşkere ya hemû norm û yasayan e, û hewldanek bêhêvî ye ji
bo têkbirina ewlehiyê li deverên ewle yên Duhokê.
Di heman demê de, ew kiryarek terorîstî ye ku bi tu hincetan nayê rewakirin, û
armanca wê ya sereke belavkirina tirsê di nav welatiyên aştîxwaz de ye.
Em daxwaz dikin ku hikûmeta federal û dezgehên ewlehiyê yên peywendîdar
lêpirsînek bilez û zelal vekin daku kesên têkildar eşkere bikin û wan bînin ber
dadgehê da ku sizayê xwe yê dadperwerane bistînin.
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
28/03/2026
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

