Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28
PUKMEDIA
Parlamenter Dîaln Xefûr
Parlamenter Dîlan
Xefûr, Berdevka fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamena Îraqê,
ragihand ku rewşa heyî ya herêmê çareserkirina mafên destûrî yên neteweyî yên
mayî, ango postên Serokkomar û Serokwezîr, pêwîst dike.
Parlamenter Dîlan
Xefûr ji PUKMEDÎA re got:Parlamenterên Fraksyona Yekîtiya Niştimaniya
Kurdistanê dê beşdarî civîna Civata Nûneran bibin ku ji aliyê Serokê Parlamenê
ve ji bo biryardana li ser dengdana li ser namzetê serokomariyê hatiye
destnîşankirin.
Berdevkê Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê (YNK) destnîşan kir ku hejmara giştî ya îmzeyên ku ji
parlamenteran ji bo lidarxistina civîneke taybet ya Civata Nûneran ji bo
biryardana li ser dengdana ji bo namzedê serokomariyê hatine berhevkirin, ji
hejmara yasayî ya pêwîst ji bo lidarxistina civîna parlamenê derbas bûye.
Her weha destnîşan
kir ku,rewşa heyî û şerê berdewam li herêmê pêwîstiya bi pêkanîna hikûmetek bi
desthilat heye daku li ser bandorên ewlehî, siyasî û aborî ser bikeve, ku ev jî
pêwîstî bi temamkirina pêdiviyên destûrî yên mayî heye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

