Li palavgehek petrolê li Teksas ya Amerîka teqînekê rû da

Kurdistan 10:31 AM - 2026-03-24
Li palavgehek petrolê ya Valero li Teksas ya Amerîka teqînek û agir pêket Ajans

Li palavgehek petrolê ya Valero li Teksas ya Amerîka teqînek û agir pêket

Amerîka

Li Amerîka petrolê ya Valero li Port Arthur, Texasê ji ber sedemên ku hîna nayên zanîn teqînek tund çêbû.

Piştî teqînê, agir bi avahiyê ket û gelek tîmên agirkujiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Berdevkê Rêvberiya Agirkujiyê ya Port Arthur Antonio Mitchell piştrast kir ku li avahiyê bûyerek çêbûye lê got:Hîna gelek hûrgilî li ber destê wan nînin.

Li gorî zanyariyan, ji niştecihên deverên rojavayê wê avahiyê re hatiye gotin ku li malên xwe bimînin û êpirsînek li ser bûyerê hatiye destpêkirin.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike